City bû palewanê nû yê Cama Cîhanî ya Yaneyan
Welat TV - Hewlêr
Tîma Yaneya Manchester City a topa pê bo cara yekem dibe palewanê Cama Cîhanî ya Yaneyan, piştî ku di yariya dawîn a pêşbirkê de tîma Yaneya Fluminense (Birazîl) 4 – 0 têk bir.
Şeva borî, demjimêr 21:00 li yarîgeha "Elcohera Elmuşi`a" li Si`ûdiyê yariya dawîn a pêşbirkê bi rêve çû,
Golên City bi rêya, yarîzanê Argentînî Julian Alvarez (2 gol di xulekên 1 û 88), yarîzan Nino yê Fluminense bi şaşî di xuleka (27) de û yarîzanê Ingîlîzî Phil Foden di xuleka (72) de, hatin tomarkirin.
Ev cara yekem e Yaneya Manchester City (Berîtaniya) di dîroka xwe de, di yekem beşdariya xwe di vê pêşbirkê de Cama Cîhanî ya Yaneyan bi dest dixe.