Ciwanekî Kurd ji 2012an ve wenda ye û malbata wî banga dîtina wî dike
Welat TV – Hewlêr
Ciwanekî Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ji 2012an ve wenda ye û çarenivîsa wî ne diyar e.
Ezedîn Ibrahîm Esaf, jidayîkbûyê 1992yan e, ji sala 2012an ve li Sûriyê wenda ye û zanyarî li ser tune ne.
Zanyarî li ser tune ne
Malbata wî ji Welat TV got: Ezedîn di destpêka şoreşa Sûriyê tevlî leşkeriya neçarî ya Rêjîma Sûrî bû, pişt re bi demekê kurt zanyarî li ser neman.
Li Himsê bû
Malbatê diyar kir, li gorî ew dizanin li parêzgeha Himsê li Furqeya 11an bû, sala 2012an peywendî pê re hatin birîn, û ta niha tiştekî li ser nizanin.
Banga diyarkirinê
Malbatê got, hêviya wan ew e çarenivîsa wî diyar bibe, û bang li aliyên berpirs û peywendîdar kir ku bi erkê xwe rabin û çarenivîsa wendabûyan diyar bikin.
Ji Efrînê ye
Ezedîn Ibrahîm Esaf ji şêniyên gundê Hemamê yê ser bi bajarê Cindirêsê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ye.