Pedersen banga hilbijartinên "azade û dadperwer" li Sûriyê dike

Pedersen banga hilbijartinên

Welat TV - Hewlêr

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê, Geir Pedersen banga sazkirina hilbijartinên "azad û dadperwer" kir, piştî bidawîbûna qonaxa veguhêz li Sûriyê.

Pedersen di hevpeyvînekê de bi rojnamevanan re li ber otêlek li Şamê duh, Çarşem 18ê Çileya pêşîn, got: “Em niha li Sûriyê destpêkeke nû dibînin, ku li gor biryarnameya Encûmena Ewlekariyê ya 2254, dê destûreke nû pêk bîne ku dê wek peymaneke nû ya civakî ji bo hemû Sûriyan be, .û dema ku ew dem hat em ê bibin şahidê hilbijartinên azad, piştî bidawîbûna qonaxa veguhêz.”

Di heman demê de, wî tekez kir k "pêwîstiya me bi alîkariyên mirovî yên bilez heye, lê divê em jî piştrast bin ku Sûriyê dikare ji nû ve were avakirin, ku em dikarin başbûna rewşa aborî bibînin, û em hêvîdar in ku em destpêka proseyekê bibînin ku sizayan bi dawî bike. ”

Herweha Pedersen di wê baweriyê de ye ku "li hin deveran hîn pirsgirêk hene, û yek ji kêşeyên herî mezin jî rewşa bakurê rojhilatê welat e (…) Ez gelek kêfxweşim ku agirbest hat nûkirin û wisa xuyaye ku tê cîbicîkirin, lê em hêvîdar in ku em çareseriyeke siyasî ji vê pirsê re bibînin.

Emerîka pêr, Sêşemê, ragihandibû ku navbeynkariya serkirdeyên wê bûye sedema dirêjkirina agirbestê li herêma Minbicê û ew hewl dide ku têgihiştineke berfireh bi Enqerê re ava bike.