Ronaldo bû golvanê yekem di 2023yan de

Ronaldo bû golvanê yekem di 2023yan de

Welat TV - Hewlêr

Crîstyano Ronaldo, stêrka tîma Yaneya Elnesir a Si´ûdî, di rêzbendiya golvanên sala 2023yan bo yekem, piştî ku yariyên îsal ên tîma wî bi dawî bûn û gol tomar kirin.

Ronaldo di sala 2023an de, 54 gol tomar kir, 44 gol bi tîma Elnesir a Si´ûdî re tomar kirin û 10 gol bi tîma helbijardeya Portugal a topa pê re tomar kirin û di serê rêzbenda golvanên cîhanê de cih girt.

Crîstyano Ronaldo golekê ji nêzîktirîn rikaberên xwe dûr ket ew jî her yek ji Harî Kên hêrişberî Bayern Munih (Elmaniya) û Kîlyan Mpapê stêrka Paris Saint-Germain (Ferensa), ku her yekî ji wan 52 gol tomar kirine.