Goristaneke bikom li biyabana parêzgeha Dêra Zorê hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Goristaneke bikom li biyabana parêzgeha Dêra Zorê hat dîtin.
Jêderên xwecihî ên Sûrî da zanîn, ku şêniyên bajarok El-Qoriya li gundewarê Dêra Zorê goristaneke bikom dît.
9 term in
Jêderan tekez kir, ku termên 9 kesan dîtin, pizîşkek, endamekî Lîwa Quds û endamekî furqeya 4 a Mahir Esed birayê serokê rêjîma hilweşiyayî tê de bûn.
Di bin eşkenceyê de hatin kuştin
Li gorî jêderan, termên ku hatine ditîn di bin eşkenceyê de hatin kuştin, û bi behaneyên cur bi cur ji aliyê ewlekariya rêjîma Esed ve hatibûn girtin.
Ketina Esed
Ji 8ê Berçileya sala bûrî ve, ji dema ketina rêjîma Esed ve bi dehan goristanên bikom li Sûriyê hatine dîtin.
Her weha bixwîne.. Goristaneke din a bikom li gundewarê Dera’yê hate dîtin