Mezlûm Ebdî spasiya Serok Barzanî li ser piştevaniyê dike

Mezlûm Ebdî spasiya Serok Barzanî li ser piştevaniyê dike

Welat TV - Hewlêr

Fermandarê HSDê spasiya Serok Mesûd Barzanî li ser piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kir.

HSDê di daxuyaniyekê de got ku îro Nûnerê Serok Barzanî Dr. Hemîd Derbendî û Mezlûm Ebdî li Hesekê civiyan û dawîn pêşhateyên xwecihî û herêmî gotûbêj kirin.

Daxuyaniyê da zanîn ku Derbendî nameyeke piştevaniyê ji Serok Mesûd Barzanî veguhestiye, ku tekeziyê li ser giringiya yekrêziya Kurdî û bihêzkirina hevkariyê ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan li Sûriyê dike.

HSDê got ku fermandarê wê Mezlûm Ebdî Spasiya Serok Barzanî li ser name û piştevaniya wî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Ebdî tekez kiriye ku divê hemû aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kar bikin ji bo peydakirina aramiyê û parastina berjewendiyên gelê Kurd.

Nûnerê Serok Barzanî îro gihişt Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina yekrêziya Kurdî, li gel Mezlûm Ebdî civiya û niha li bajarê Qamişlo li gel serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di civînê de ye.