Em piştgiriya hewlên Serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin

Em piştgiriya hewlên Serok Barzanî ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin

Em piştgiriya hewlên Rêzdar Serok Mesûd Barzanî yên ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dikin

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, li ser daxwazên neteweyî avakirina yekrêziya ENKS, PYD û hemû partiyên li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe bigihîne partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê, wek nûnerê xwe rêzdar Dr.Ebdulhemîd Derbendî wazîfedar kiriye.

Rêzdar Dr.Ebdulhemîd Derbendî, li Hisîçayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rêzdar Mezlûm Ebdî û li Qamişlo bi rêvebirên rêzdar yên ENKSê re hevdîtin pêk anî. Rêzdar Dr. Ebdulhemîd Derbendî, peyam, fikir û pêşniyariyên rêzdar Serok Mesûd Barzanî gîhandiye aliyên peywendîdar.

Rêzdar Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku, ji bo yekrêziya Kurdên Rojavayê Kurdistanê amade ye ku çi ji destê cenabê wî bê bi cih bîne.

Li gorî daxuyaniyên ku bi raya giştî re hatine parvekirin, rêzdar Mezlûm Ebdî û rêvebirên rêzdar yên ENKSê, piştgiriya xwe ji bo vê hewla rêzdar Serok Mesûd Barzanî nîşan dane û bi awayekî erênî pêşewaziya vê hewlê kirine.

Em rêzdar Mezlûm Ebdî û rêvebirên rêzdar yên ENKSê ji ber vê helwesta wan ya çêker û erênî pîroz dikin. Ev hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, cihê kêfxweşiyê ye, pîroz e û nîşana hest û bîr û bawerî û hişmendî û siyaseteke neteweyî, niştimanî ye; nîşana biryardarî û tecrubeyeke dîrokî ye.

Em ji ber vê hewlê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî pîroz dikin û piştgirîya cenabê wî dikin. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, endazyarekî esasî yê Mitabaqata Duhokê bû.

Em di wê baweriyê de ne ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî weke merciyeteke neteweyî ya hemû Kurdên cîhanê, dê ji bo avakirina yekrêziya aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê û ji bo bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk yên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dê roleke dîrokî bilîze.

Hêvî û daxwaza me ji rêzdar Mezlûm Ebdî, ji hemû partiyên Kurdî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar yên li Rojavayê Kurdistanê ew e ku, bi awayekî biryardar piştgiriya hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bikin û li ser daxwazên xwe yên milî, demokratîk û niştimanî demildest yekrêzî û yekhelwestiya avabikin û weke yek alî û terefê Kurdî li gel Şamê û li gel hemû aliyên peywendîdar bibin mixetab.

Daxwaz û hêviya me ji hemû Kurdên cîhanê re jî ew e ku, em piştgiriya hewla Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bikin, ji bo yekrêziya xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê û ji bo serkeftina wan em alîkar û piştgirên wan bin.

Roj roja yekgirtin û yekrêziya gelê me ye. Li gel rêzên xwe.

14.01.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)