Kuştî û birîndar.. Çekdarên Rêjîma hilweşandî êrîşî rêbendekê kir
Welat TV - Hewlêr
Du endamên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî li bajarê Ceblê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Li gorî medyaya nêzîkî rêveberiya Sûriyê ya nû, çekdrên bi ser Rêjîma hilweşandî ve îro Çarşembê, "êrîşî rêbendeke ewlehiyê li bajarê Ceblê yê Laziqiyê kir".
*Kuştî û birîndar
Heman jêderên Sûrî daye zanîn jî ku di encama wê êrîşê de 2 endamên Rêveberiya Operasyonên Leşkerî hatin kuştin û 3yê din birîndar bûne.
Ji beriya çend hefteyan ve Rêveberiya Operasyonên Leşkerî li piraniya bajar û bajarokên Sûriyê dest bi hilmetên girtina paşma û çekdarên Rêjîma Esed û vekişandina çakan kiribû, her weha navend ji bo çareserkrina rewşa leşkerên Rêjîmê vekirin.