Real Madrid girêbesta Carlo Ancelotti ta 2026an nû kir

Real Madrid girêbesta Carlo Ancelotti ta 2026an nû kir

Welat TV - Hewlêr

Roja Înê, 29ê Berçileya 2023yan, di daxuyaniyeke fermî de, yaneya topa pê ya Spanî Real Madrid nûkirina girêbesta rahênerê xwe yê Îtalî, Carlo Ancelotti, ta 30ê Hezêrana 2026yan ragihand.

Ancelotti di sala 2021ê de vegeriya Real Madrid. Berê wî ji 2013an ta 2015an rahêneriya Real Madrid kir û serkeftinên berbiçav bi dest xistin.

Real Madrid, di heyama xwe ya berê ya Carlo Ancelotti Ancelotti de, hejmarek serkeftin tomar kir, di 2014an û 2022yan de bû palewanê Champions League, her weha di 2022yan de bû palewanê Lîga Spanî û di 2014an u 2023yan bû palewanê Del Rey.