Seyda: Pêwîstiya Doza Kurd bi parêzerekî jîr heye

Seyda: Pêwîstiya Doza Kurd bi parêzerekî jîr heye

Welat TV - Hewlêr

Siyasetmedarê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda tekez kir ku pêwîste Kurd sûd û mifayê wergirin ji qebûlkirina ku li hember wan peyda bûy, û bi siyaset, zanîn û dîplomasiyê tevbigerin bêyî ku hevaltiya aliyê din yê ku li kêleka wan radiweste, ji dest bixin.

Seyda roja Şemiyê, 8ê Çileya paşîn, di hevpeyvînek taybet de ligel Walat TV got: “Hêj mêjiyê li Sûriyê ne amade ye ku federalîzmê qebûl bike, û mirov dikare heman daxwazê bike, lê bêyî bikaranîna vê têgeha taybet. Piraniya partiyên Erebî li ser berferehkirina nenavendîbûnê, ku di sînorên xwe de nêzî federalîzmê ye, razî ne.”

"Kurd hêza herî hevgirtî ne li Sûriyê"

Derbarê girîngiya peydabûna yekdengiyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, Seyda got: “Eger Kurd bi yek lojîk û helwesteke yekgirtî tevbigerin û bi bawerî û zelalî kar bikin, dê ji aliyê rêveberiya nû ya Sûriyê ve bên qebûlkirin, ji ber ku îro hêzên siyasî yên herî bibandor û hevgirtî li ser qada Sûriyê Kurd in, berevajî aliyên din."

Li ser serdana Fermandarê Giştî yê HSDê, Mezlûm Ebdê, bo Hewlêrê û hevdîtina ligel Serok Barzanî jî, Seida tekez kir ku, ew pêngaveke girîng bû û hêviyek ji gelê Kurd re çêkir, ji ber ku hemû li benda wê bûn, û tekez li ser wê yekê kir ku Serok Barzanî herdem xwedanê wê nêrînê ye ku di ser sînorên partîbûn û parçebûnê re ye, û Kurdan bi giştî vedigre.

Seryda herweha got: "Eger hêzên HSD'ê xwe weke beşek ji hêzên Sûriyê bibînin, dê bibin xwedan rola di avakirina Sûriyê û rêveberiya wê ya nû de."

"Doza Kurd li Turkiyê"

Wî bal kişand ser wê yekê ku proseya aştiyê li Turkiyê dê dest pê bike, ji ber ku çareserkirina Doza Kurd li Turkiyê dê di berjewendiya Kurdan, Enqereyê û hemû welatên navçeyê de be Herweha tekez kir ku “hemû aliyên siyasî gihîştin wê baweriyê ku Doza Kurd ne lîstikek e, lê doze sereke ye.”

Li gor nêrîna siyasetmedarê Kurd Dr. Ebdulbasit Seyda: “Mêjiyê kevn, çi di nav opozisyona Turkiyê de û çi di nav hikûmetê de, êdî bi kêr nayê, ji ber ku Doza Kurd li Turkiyê ne girêdayî partiyek taybet e, lê li Turkiyê bûye dozek neteweyî ya sereke, mîna wê li Sûriyê."

"Helwesta ne di dema xwe de, bêyî wate ye"

Ji aliyek din ve, Seyda bang li fermandarê HSD`ê Mezlûm Ebdê kir ku qurbaniyên gelê Kurd li Sûriyê li ber çav bigire, ji bo ku di dema bidestxistina mafan de “Kurd ji bazarê nemînin.”

“Helwesta qehremanî ya rast ew e ya di dema xwe de tê wergirtin, û siyaset hertim wiha ye, eger di dema xwe de helwestek nyê girtin, têdî ti wate jê re namîn e” di nêrîna Seyda de.

"Divê ENKSê gotara xwe biguhere"

Herweha Seyda bang li Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jê kir ku gotara xwe biguhere, û bi mêjiyek nû li gerl rewşa heyê tevbigere, û tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ligel aliyên mayî yên derveyî ENKSê kir.

Di dawiya axaftina xwe de Seyda weha got: “Eger em li hev nekin û li hember hev rawestin û her partî û rêveberek bi destkeftiyên xwe yên takekesî mijûl bibe, wê dem ji me here (…) eger em tiştekî bi dest nexin, wê demê sînga Emerîkayê dê pêşwaziya me neke û dê kes li benda wê yekê nemîne ku em li hev bikin û çarenivîsa xwe diyar bikin. (welatên) Rojava hêzek mezin e û ne ji me şerim dike û ne jî ditirse.”