Baregeha Barzanî: Daxuyaniya ku li ser zarê Serok Barzanî belav bûye ne rast e
Welat TV - Hewlêr
Baregeha Barzanî daxuyaniyek belav kir tê de nûçeya ku li ser zarê serok Barzanî hatiye belavkirin, red kir.
Baregeha Barzanî da zanîn, "Hin medya û alavên ragihandinê li ser torên civakî daxuyaniyeke nerast li ser zarê serok Mesûd Barzanî belav kir, ku serok Barzanî dubare destnîşankirina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo serokatiya wezareta Iraqê red dike".
Baregeha Barzanî, diyar kir, "Em tekez dikin ku tu bingeh ji van daxuyaniyên weha re tune ne, û ji rastiyê dûr in".
*Armanên belavkirina nûçeyên nerast
Baregehê da zanîn, "Armanc ji belavkirina van gotegotan, têkdana jîngehên erênî û têgihiştinên ku niha navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê çêbûne".