Şêwirmendê Trump: Emerîka li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê rijd e
Welat TV - Hewlêr
Endamê Encûmena Şêwirmendî ya serokê Emerîka Donald Trump Gabriyêl Soma, di hevpeyvîneke taybet de li gel kenala Welat TV got, Emerîka rijd e li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê.
Di hevdîtina taybet de, endamê Encûmena Şêwirmendî ya serokê Emerîka Donald Trump Gabriyêl Soma behsa gelek xalan kir, weke helwesta Emerîka ji Hikûmeta nû ya Sûriyê, metirsiyên DAIŞê, metirsiyên gefên Turkiyê, pêşeroja Sûriyê, û hin mijarên din.
Naveroka hevdîtinê
*Gelo pilaneke Emerîkî heye ku hêzên xwe ji Sûriyê yan ji Rojavayê Kurdistanê vekişîne?
**Piştî Hilweşandina Beşar Esed di 8ê Berçileyê de û destdanîna Desteya Tehrîr El-Şam bi fermandariya Ehmed El-Şeri’ li ser desthilatê, gelek nêrîn û pêşbînî derbarê mana hêzên Emerîkî li Sûriyê derketine holê, Rêveberiya Baydin wê demê dixwest hêzên Emerîkî bimînin da ku rê li ber vegera DAIŞê bo deverê bigire, niha Pêntagon pilanekê ji bo vekişandina hêzên Emerîkî dike.
*Gelo Trump tu biryarên fermî ji bo vekişîna hêzên xwe standiye?
**Li gorî raportekê ku malpera NBC belav kirbû, Emerîka dê hêzên xwe piştî dema 30 ta 90 rojan vekişîne? B2) Rast e, Pêntagon di vê hefteyê de lêkolînan derbarê vekişandina hêzan dike, ev yek dibe ku di dema mehekê ta 3 mehan de çêbibe. biryara Trump ew e ku hêzan ji Sûriyê vekişîne. Niha 2 hezar serbazên Emerîkî li Sûriyê hene, Trump dixwaze wan bi tememî vekişîne.
*Baş e û metirsiyên rêxistina DAIŞ?
**Metirsî ji dubare vegera DAIŞê hene, û metirsî li ser zîndanên ku endamên û malbatên DAIŞ di wan de, hene.
40 hezar kes ji malbatên DAIŞê û derdora 10 hezar çekdarên DAIŞê di zîndanan de di bin parstina Kurdan her weha ya Emerîka li Bakurê Rojhilatê Sûriyê hene, û ev yek ji ber hebûna Artêşa Emerîkî ye ku piştevaniya Kurdan di deverê de dike.
Weke diyar e, eger heye Serok Trump hêzên Emerîkî vekişîne û metirsî ji vegera DAIŞ bo Sûriyê û Iraqê jî, hene. Ta niha behsa wan zîndanan kir, piştî vekişandina hêzên Emerîkî, çarenivîsa Kampa Holê û kampên din ên ku malbtaên DAIŞê tê de ne dê çibe? Baş di bîra min de tê dema Trump beriya 8 salan biryar da ku hêzên Emerîkî ji Sûriyê vekişîne, wê demê fermandarê Artêşa Emerîkî dest ji karê xwe berda, wê gave serok neçar bû boçûna xwe biguhere û hêzan bihêle, ji ber tekezkirina şêwirmendan li ser wî ku daxuyaniyan derbarê vekişandina hêzan nede.
Em nizanin ku rewş niha wê çawa be, lê diyar e ku serok rijd e li ser vekişandina hêzên Emerîkî bi tememî ji Sûriyê, û ev yek eger heye bibe sedem careke din DAIŞ vegere.
*Eger heye sînaroy dubar bibe û dijberên biryarê derkevin û vekişandin neyê bicîkirin?
**Rast e, wê demê dijberî li ser biriyarê hebû, lê niha jî eger heye serok nerîna xwe di vê mijarê de biguhere eger hevkar û şêwirmend tekeziyê bikin ku vekişîna hêzan dê ewlehiya deverê bi tememî têxe metirsiyê de, wate dubare vegera DAIŞê li Sûriyê û Iraqê, wê demê serok dê neçar bibe careke din hêzan bişîne deverê.
Ji ber vê yekê niha lêkolîn di vê derbarê de çêdibin, lê ya herî berçav ew e, ku serok rijd e li ser vekişandina hêzên Emerîkî ji deverê, û Trump her dem dibêje ku pirsgirêk li Sûriyê bi dawî nabin, û pirsgirêkên navxweyî ne, û Emerîka ne amade ye destêwerdanê di karûbarên wê de bike.
Metirsiya mezin ji vekişandina hêzên Emerîka niha, Turkiyê ye, gefên Turkiyê û rijdbûna wê li ser dûrxistina Kurdan ji deverê û ew dibîne ku dijmnayî di navbera wê û Kurdan de li Bakurê Rojhilatê Sûriyê heye, lê hijmareke mezin ji welatiyên Kurd ê Sûriyê li deverê hene, ez bawer nakim karîn hebin ku dever ji Kurdan were valakirin.
Di baweriya min de dîplomasiya Emerîkî dê bi Turkiyê re di vê derbarê de kar bike. Û pirsa niha ew e Kurd dê bi kû ve herin? Eger Turkiyê xwest ew ji wan deveran derkevin, û ew dever deverên Kurdî ne bêguman, û niha hêzên Emerîkî bingehekê ji xwe re li devera Kobaniyê ava dikin, di baweriya min de zehemt e hebûna Kurdî ji wê deverê were hilanîn.
*Te behsa xaleke girîng kir, eger Emerîka çireya kesk nede Turkiyê, ew dikar êrîş bike?
**Bêguman Rêvberiya Baydin bi Turkiyê re kar dike beriya ku hêzên Emerîkî ji deverê vekişin, û bêguman dê danûstandin bi Hikûmeta Turkiyê re ji bo gerentîkirina hebûna Kurdan li deverê werin kirin.
Her weha kêmîneyên Kiristiyan jî mîna Suriyan, Aşûrî, Kildan û Maroniyan û yên din jî li deverê hene, ez bawer dikim ku Rêveberiya Emerîka rê nade ku ev pêkhate werin armanckirin ku hebûna wan di deverê de dîrokî ye, û ez bawer im ku fişar li ser serokê Turkiyê dê hebe ku hebûna van pêkhateyan berçav werbigire.
Eger hêzên Emerîkî vekişin, bi nêrîna min dê valahiyeke mezin di deverê de çêbibe, û eger heye ku Turkiyê vê valahiyê dagire, Turkiyê vekişandina hêzên Emerîkî dixwaze, lê daxwaza wê ne durist e ji ber ku ev yek gefan çêdike ku Turkiyê kiryarên tundûtîj li dijî Kurdan li Bakurê Rojhilatê Sûriyê encam bide.
Rast e, Serok Trump ta niha helwêsteke zelal di vê mijarê de nestandiye, lê ew dizane ku vekişandina hêzên Emerîkî dibe ku gilopa kesik bide Turkiyê da êrîşan li deverê encam bide, û em vê yekê naxwazin, Ez bawer nakim ku Waşinton dixwaze ku êrîş li ser şêniyên deverê ku ji çendîn nifşan li dijî, hebin. Wekû min got pêkhateyên ji Kurd, Suriyan, Aşûrî û kildanan di wê deverê de ev sedên salan in, dijîn. Eger Artêşa Emerîkî bi tememî vekişe, û serbazekî Emerîkî nemîne, ev e egerê çêdike ku Turkiyê vê rewşê pawan bike û derbasî deverne mezin li Bakurê Rojhilatê Sûriyê bibe.
Ez bawer nakim ku Wezareta Derve ya Emerîkayê yan jî Koşka Spî vê yekê qubûl bikin, ji ber valahî dê rê bide Turkiy deverê dagîr bike, û ev yek ne Waşinton dixwaze ne jî HSD.
*Baş e, kîjan hêz dê li şûna hêzên Emerîkî cî bigirin, hêzên Erebî, navdewletî yan heta hêzên hikûmeta nû? Eger Emerîka hêzên xwe vekişandin, eger heye hêzên Fransî yan Brîtanî bimînin?
**Ev yek li biryara Koşka Spî dimîne, eger biryar hat dan ku hêzên Emerîkî bi temamî ji deverê vekişin, wê demê eger rêkeftinek di navbera Emerîka û welatên din de tune be, hêzên Ewropî jî dê vekişin. Eger rêkeftin derbarê mana Ewropayê li wê deverê tune be, wê demê mixabin dê hêzên Ewropî jî biriyarê bi vekişînê ji deverê bistînin. Heta niha helwêsta Emerîka û ya Trump derbarê hikûmeta nû ne diyar e?
*Trump li serokê nû weke Şer´ dinêre yan weke Colanî?
**Trump biriyar derbarê Desteya Tehrîr El-Şam û Ehmed El-Şeri’ de nestandiye, Desteya Tehrîr El-Şam li ser lîsta terorê ya Emerîkî ye, Ehmed El-Şeri’ jî li ser lîsta terorê bû lê Emerîka ev yek çareser kir, lê Deste hîn li ser lîsteya terorê ye. Rêveberiya Trump dixwaze nas bike dê çi li Sûriyê çêbibe, û ka dê çawa Desteya Tehrîr El-Şam bi fermandriya Ehmed El-Şeri’ serederiyê di birêvebirina Sûriyê de bike. Tu rêgirî li cem Emerîkayê tune ne ku El-Şeri’ serokê Sûriyê be yan jî Desteya Tehrîr El-Şam revebiriya Sûriyê bike.
*Emerîka ji reftar û kiryarên Şer´ razî ye?
**Tu pirsgirêk li cem Emerîka tune ne, derbarê mayîna Ehmed El-Şeri´ weke serokê Sûriyê, û destwerdanê di vê yekê de nake, rêveberiya Trump dibîne ku ev yek vedigere cem Sûriyan zêdetirî Emerîka û hevalbendên wê li deverê, bi mercê ku Desteya Tehrîr El-Şam rêzê li yasatyên Navdewletî derbarê kêmîneyên ku li Sûriyê heye bigire weke Kurd û Kirîstyanan û rastî tu ziyanên ji aliyê Desteya tehrîr El-Şam ve yan ji aliyê Ehmed El-Şeri´ ve neyên. Eger El-Şeri´ rêz li hebûna van pêkhateyan li Sûriyê kir bê ku ziyanan bighîne mafên mirovan, tu pirsgirêk li cem Emerîka tune ne ku bibe desthilatdarê Sûriyê.
*Em ê behsa mijara yekrêziya nav mala Kurdî bikin, weke em dizanin Trump sala 2019an de hewl dane û niha jî dike, Emerîka cidî ye gelo û berjewendiya wê çî ye?
**Ez wê yekê bawer nakim, bi taybetî ku serok Trump naxwaze destwerdanê di karûbarên hundirîn ên welatên din bike, û tu berjewendiyên Emerîka yên abûrî li Sûriyê tune ne, Emerîka naxwaze grûpên terorî weke DAIŞê dest deynin ser bîrên petrolê, ji ber ku ev yek dê bibe sedema ziyanên mezin û dê hêzê bide DAIŞ, û hejmara wan dê zêde bibe û wê demê dikarin ziyanên mezin bighînin Sûriyê. Serok Trump ditirse ku DAIŞê dest deyne ser bîrên petrolê li Sûriyê ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ew ê kar ji bo parastina deverê, parastina ewlehiyê û qedexekirina derbasbûna DAIŞê bike.
*Lê şandiyên taybet ên Emerîka tên Rojavayê Kurdistanê û li gel HSD û ENKS dicivin?
**Agahiyên te hene? Li qorî zaniyariyên min, Trump naxwaze destwerdanê di karûbarên hundirîn de li Sûriyê bike, lê tu pirsgirêk bi hevpeymaniyê bi HSDê re ku Emerîka wê weke hevpeymanekê dibîne, tune ne, û ji be rewşa ewlehî li deverê girîng e ku hevpeymaniyek di navbera Emerîka û HSDê de hebe. Eger hevpeymanî di navbera me û HSD de neba, çi li zindanan, kampa Hol dê çêbiba ku bi hezaran endamên DAIŞê di wan zindanan de ne.
*Eger Emerîka hêzên xwe vekişandin wate hevalbendiya bi HSD re namîne?
Heman rewşa ku em beriya 8 salan tê de bûn, dema Trump biryara vekşînê da, pişt re bi fişara şêwermendên xwe nerêna xwe guhert, ji ber ku wan dît vekşîna Emerîka bandorê li rewşa ewlehî li deverê dike, ez bawer dikim vê carê jî heman tişt e, lê cudahî ew e ku Trump vê carê rijd e li ser vekşandina hêzên Emerîkî. Ta niha diyar e ew rijd e, û ji Pentagonê xwest nexşerêytekê ji bo vekşîna hêzên Emerîkî ji Sûriyê di heyama 3 mehan de amade bike, divê ev yek di mehekê yan zêdetirî mehekê were encamdan, em nizanin ka dê hin hêzên Emerîkî li Sûriyê bihêle yan an.
Ez weke kesayetî, dixwazim hêzên Emerîkî li wir bimînin, ji ber ku eger heye Turkiyê bi awayekî mezin destwerdanê di Sûriyê de bike eger hêzên Emerîkî li wir nebin, Turkiyê rijd e ku hêzên Emerîkî vekişin, tirs li cem me heye ku Turkiyê bi karên dijmantiyê li dijî Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rabe.
*Pirsa dawiyê, pêşeroja deverên di bin destê HSD de dê çawa be, nexasim şer û pevçûn li Bendava Tişrînê û gundewarê Kobanî berdewam in?
Rast e, dema kodeta di 8ê Berçileyê de li Sûriyê çêbû, Artêşa Niştîmanî berev Bakur çû û şerê HSD kir, ev yek jî cihê mixabiniyê ye, ji ber ku nîşana wê yekê ye, ku desthilatdarên nû dixwazin êrîşî wan deveran bikin û hêzê li dijî wan bi kar bînin, û ji HSDê dixwazin ku tevlî artêşa nû bibe û çekên xwe radestî wê bike, ez bawer dikim ev yek dê metirsiyê li ser deverê çêbike, ji ber ku tu bawerî di navbera her du aliyan de tune ye, da ku HSD çekên xwe radest bike. Hîn rêvebriya Trump van mijaran bi hûrgulî dixwîne, ji bo standina biryara guncaw derbarê vekşandina hêzên Emerîkî de.
Spas Dr. Gabriyêl Soma, tu ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê yî, ez hêvî dikim tu di demeke nêzîk de serdana bajarê xwe bikî û j wir bi mêvanê Welat TV bî.
**Bi hêviya Xwedê, gelek spas.