Doza Kurd di navbera Turkiye, Sûriye û rehenda navneteweyî de
Şêrwan Şemêranî
Doza Kurd li Sûriyê bi giştî û ew herêma berfireh a bakurê rojhilat ku niha ji aliyê HSD ve tê birêvebirin, xala herî sereke ya danûstandin û diyaloga di navbera Enqere û Şamê de ye. Sedem jî Turkiye ye û ji aliyê wê ve tê tevdan.
26ê Çileya 2025an Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan hat Bexdayê û Berpirsê Saziya Istixbaratê Ibrahîm Kalin jî gihişt Şamê.
Serdana hevdem a van her du berpirsên pilebilind ji bo yek armancê bû, ew jî avakirina bereyeke sêalî ya leşkerî ji her sê welatan di bin tabloya şerê li dijî terorê de bû.
Lê ji her du aliyan ve Turkiye negihişt armanca xwe. Sedemên ku Iraq li gel Turkiyê neçû ji bo lêdana PKKê ji rojê ronîtir in lê derbarê desthilata nû ya Sûriyê hin zelalkirin pêwîst in.
Sûriye di rewşeke bi tevahî neasayî û nazik re derbas dibe. Piştî wêraniyeke nîv temam û bê çalakbûna dezgehên dewletê, pêwîstiya wê bi alîkariya her aliyekî heye.
Bi sedema erdnîgarî û helwesta Turkiyê di şoreşa gelê Sûriyê de 14 salên bûrî, Turkiyê ji her welatekî din zêdetir li pêş e ji bo lîstina li ser xakê û xwesepandina di qada siyasî ya wî welatî de.
Loma jî valahiya ku niha di esmanê siyaset û dewletdariyê de li Sûriyê heye, Enqere gelekî ji bo tijîkirina wê lez û bezê dike.
Helbet tijîkirineke bi hişmendiya dewletê, ne bi dostaniya olî. Ango arasteya bûyeran bi aliyê berjewendiyên xwe ve bike. Bi wateyeke din şêwaza reftara Îranê li Iraqê veguhêze Sûriyê.
Hegemonyaya ku Îranê li Iraqê heye, ya wê (Turkiyê) li Sûriyê hebe. Seba vê yekê jî hemû faktorên alîkar dixe nav liv û tevgerê.
*Dîtin û helwesta Ehmed El-Şeri´ li ser vê yekê?
Tiştê ku tê dîtin û tiştê ku aqil dikarin nêzîk bikin û bînin ber çav da ku bên dîtin û xwendin ev e ku, siyaseta serokê Sûriya nû di reftara li hember Doza Kurd de û rêzbendiya karên wî yên li pêş de bi Tirkiyê re hev nagire.
El-Şeri´ ji aliyê xwe ve dixwaze vê dosyeyê bi rengekî din çareser bike, ne bi rengê ku Turkiye dixwaze. Bi dîtina xwe, ne bi dîtina serokê welatekî cîran, di berjewendiya paşeroja welatê xwe de bidawî bîne, ne berjewendiya welatekî din.
Her çi qasî di qonaxekê de berjewendî bibin yek jî lê di dawiyê de du welatên cuda ne û doza Kurd pirseke navxweyî ya Sûriyê ye û wisa dibîne. Lewra di çarçoveya nexşeya ku ji bo serokatiya Sûriyê di dema veguhêz de daniye wekî Turkiyê tiştan nabîne, wekî Turkiyê lezê jî nake.
Agahî dibêjin, El-Şeri´ dixwaze mijarê bi diyalog, lihevkirin û têgihiştinê çareser bike û heta niha dudil e û di serdana xwe ya Enqerê de jî radestî daxwazên hevpîşeyê xwe yê Turk nebûye ji bo destpêkirina şer li dijî hêzên Kurdan (nasnavê şervanên Kurd Serokê Turkiyê di konferansa çapemeniyê de bi kar anî).
Di dehên salên bûrî de Sûriyê wekî qewareyeke Îranî dihat naskirin, loma nabê ku niha bibe qewareyeke Turkî. Ango eger Sûriya Esed amûra bicihanîna ajendayên herêmî yên Îranê bûbe, Sûrî naxwazin bibin amûra şênberkirina armancên herêmî yên Turkiyê, Îran were derxistin û Turkiyê şûna wê bigire.
Kesayetiya El-Şeri´ jî ne ji wî rengî ye û ew tişt pê nayên daqurtandin. Jiyana wî ya siyasî bi serîhildanê dest pê kiriye û asoya dîtina wî fireh e û dixwaze bibe kesayetiyeke navneteweyî ya qebûlkirî.
Bilindkirina alaya dijatiya terorê bi hinek lêfikirîn zelal dibe ku mebest jê Kurd bi giştî û HSD bi taybet ye. Armanca sereke ne DAIŞ e. DAIŞ hatiye pêvekirin ji bo firehkirin û avakirina eniyekê û nixumandina encamdana êrişa leşkerî û rewatîdana wê ye. Piştre Sûrî ji wê yekê ne bê hay in ku têkilkirina doza Kurd bi şerê li dijî terorê ve şaş e.
Kurd xwediyên mafên xwe yên xwezayî ne û têkilkirina mafên wan bi dosyeya dijatiya terorê ve ne rast e. Dikare wekî pirsa daxwazkirina mafên xwezayî yên mirov were dîtin û çareserkirin, ne ku Sûriyeke ku bi dehên salan di bin desthilata zordar a Beasê de dinale, niha di nav kûrahiya şerekî navxweyî de were avêtin û agir di têkiliyên sedan salî yên di navbera gelên wê de were berdan û laşê girseyî yê Sûriyê were şewitandin.
El-Şeri´ baş dizane ku ne rejîmên fermî yên cîhana Erebî û ne jî civaka navneteweyî azardana Kurdan qebûl dikin. Ji wê yekê agahdar e jî ku şanda danûstandinê di çend hefteyên bûrî de ku ji Qamişlo çû Şamê, bi helîkopterên leşkerî yên Hevpeymaniya Navneteweyî geşta xwe kir û lingê xwe li xaka Şamê danî.
Şeva 6ê Sibata 2025an Serokê Fransayê bi rêya telefonê bi El-Şeri´ re axivî. Di vê têkiliya telefonê de li gorî daxuyaniya Qesra Elîzeyê, Emmanuel Macron sê peyam gihandin El-Şeri´, li gel dijatiya DAIŞê û girîngiya rakirina sizayên abûrî, peyama wî ya duyem pirsa Kurd bû û tekezî li ser tevlîbûna tevahî ya Kurdên dostên Rojavayê di pêvajoya avakirina Sûriya nû de kir.
Ango dîtina navneteweyî rêxistina DAIŞê ji şervanên Kurd cuda dike, di rastiyê de El-Şeri´ jî bi heman rengî tiştan dibîne. Loma rehenda navneteweyî û Erebî û beşek ji Sûriyan piştgiriyeke baş e ji bo ku El-Şeri´ dest ji ajendaya xwe bernede û bihêz be di rûbirûbûna her fişareke herêmî de ku li ser wî tê kirin û nexşeya wî ya zelal a danayî lê têk neçe, serê wî neyê şewişandin an çelexwarîkirin.
Li hemberî vê yekê, El-Şeri´ dixwaze ku desthilata Qamişlo bernameya kar û xebata xwe ji nû ve darêje, ji wê yekê têbigihêje ku piştgiriya navneteweyî heta dawiyê berdewam nabe û bi pileya yekem girêdayî dîtina Emerîka ne. Siyaset bêbext û bêewle ye, di her gav û kêliyekê de dikare biçerixe û bi hêleke din ve biçe.
Guman tê de nîne ku ew qas aqil, têgihîştin û ezmûna siyasî li Qamişlo heye heta asta têgihîştina hestyariya rewşê, reftareke berpirsyar û hestyar li gel vê derfeta dîrokî ku derketiye holê dixwaze.
Dûrahiya di navbera derfetên dîrokî de mezin û dirêj e, eger derfetek ji destê te çû, bendewariyeke zêde divê heta derfeta duyem ji te re were. Ji bilî ji destdana baweriya navneteweyî.