Du welatiyên Kurd li Efrînê hatin serbestberdan

Du welatiyên Kurd li Efrînê hatin serbestberdan

Welat TV – Hewlêr

Du welatiyên Kurd li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, piştî zêdetirî du mehan ji girtinê hatin serbestberdan.

Jêderên taybet ji Welat TV re got, welatiyê bitemen Henan Elî Midewer ê 59 salî di 7 vê mehê de hat serbestberdan.

Henan Elî yê ji gundê Gewanda yê navçeya Raco, di 3yê Çileya 2024an ji aliyê "Polîsên Leşkerî" ve dema ji Şehbayê vedigerî, hatibû girtin.

Jêderan got, ciwanê Kurd Mihemed Xelîl Haşim ê ji navçeya Şiyê îro piştî 70 rojî hat serbestberdan.

Mihemed Xelîl Haşim ew jî di 3 Çileya 2024an li bajarokê Til Rifetê hatibû girtin.

Spîkirina zîndanan

Piştî ketina rêjîma Esed di 8ê Mijdara 2024an, û derxistina hemû girtiyan û spîkirina zîndanan, bang tên kirin ku li Efrînê jî girtî were serbesberdan û zîndan werin spîkirin.