Xwendekarekî Kurd ê revandî hat rizgarkirin

Xwendekarekî Kurd ê revandî hat rizgarkirin

Welat TV – Hewlêr

Xwendekarê Zanîngehê yê Kurd Îvan Fîras Tîşê ku beriya niha ji aliyê grûpeke çekdar ve li Şama paytexta Sûriyê hatibû revandin, hat rizgarkirin.

Duh 12 Sibata 2025an, Îvan Fîras Tîşê ji aliyê hêzên wezareta navxwe ya hikûmeta karbirêker a Sûriyê ve li parêzgeha Der’ayê hat rizgarkirin.

Li bajarê Casim hat rizgarkirin 

Berpirsê di Ewlekariya giştî de li Der’ayê Ebdulrezaq El-Xetîb ragihand ku, hêzên wan piştî gereke ewlekarî li bajarê Casim ê gundewarê Der’ayê encama da, xwendekarê Kurd ê ji şêniyên Qamişlo ku ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, hat rizgarkirin.

Revînerê hatin girtin 

Wî berpirsî da zanîn ku endamên grûpê bi temamî hatin girtin, da ku werin sizadan û dadgehkirin.

Îvan beriya niha ji aliyê grûpeke çekdar ve ku xwe bi navê Ewlekariya Giştî dabû naskirin li Şamê hatibû revandin.